Elizabeth Gewriyê: Biryara vekirina dergeha Bab El-Hewa ji bo geşkirina çeteyan e

Berî çend rojan, NY deriyê Bab el-Hewa ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî bo gelên Sûriyê vekir. Cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Elizabeth Gewriyê ev biryar weke biryareke polîtîk dît û diyar kir ku ev derî wê komên çete geş bike. Elizabeth Gewriyê destnîşan kir ku divê NY biryara vekirina vê dergehê ji nû ve di ber çavan re derbas bike.

“Biryara NY ya vekirina dergeha Bab El-Hewa ya sînorî, biryarek polîtîk e û ji bo geşkirina komên çete ye”.

Cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elizabeth Gewriyê bi van gotinan metirsiya vekirina vê dergehê li ser gelên Sûriyê anî ziman.

Elizabeth Gewriyê bal kişand ser jimara mezin a koçber, penaber û şêniyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî û desnîşan kir ku pêwistiya wan bi alîkariyan heye.

Gewriyê îşaret pê kir ku wan gelek caran ji bo vekirina dergeha Til Koçerê bangewazî kiriye, lê bê bersiv mane, ev yek jî barê Rêveberiya Xweser giran dike.

Elizabeth Gewriyê: Divê NY biryara vekirina Bab El-Hewa ji nû ve di ber çavan re derbas bike

Elizabeth diyar kir ku divê NY biryara vekirina dergehê ji nû ve di ber çavan re derbas bike da ku alîkariya gelên Sûriyê bike û got:

“Li ser gihandina van alîkariyan ji bo gelên Sûriyê, guman hene.

Nexasim herêmên ku dê alîkarî derbasî wan bibin, di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ne û li wan herêman nearamî heye.

Erdogan wê biryara vekirina dergehê ji bo geşkirina komên çete bi kar bîne û keysabziyê di alîkariyên mirovî de bike.

Cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser bang li NY û dewletên peywendîdar kir ku tedbîrên lezgîn bigirin û çareyeke siyasî, bibînin.

Back to top button