Tenê di nava du mehan de 13 jin hatine revandin, 4 jî hatine kuştin

Endama Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Efrînê Heyhan Elî têkilarî rapora wan a du mehan a kirinên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser jinan, eşkere kir ku 13 jin hatin revandin û 4 jî hatin kuştin.

Kirin û hovîtiya dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî bêserûber dewam dikin.

Rêxistina Mafên Mirovan binpêkirinên li dijî jinan di nava du mehên borî de bi raporekê belge kirin.

Li gorî raporê tenê di meha Tebax û Îlonê de li Efrînê

13 jin hatin revandin

4 jin bi şêweyên hovî hatin kuştin

2 jin bi destên mêrê ku pê re zewicîbûn hatin kuştin

Jimarek jinên temen biçûk bi darê zorê hatine zewicandin.

Endama Rêxistina Mafê Mirovan a herêma Efrînê Heyhan Elî kirinên li dijî jinan şermezar kir û diyar kir ku binpêkirinên çeteyên dewleta Tirk, tevahî sînorên hiqûqî û exlaqî derbas kirine li ber çavên cîhanê roj bi roj didomin.

Endama Rêxistina Mafê Mirovan a herêma Efrînê diyar kir ku li Efrînê, ji bilî revandin û kuştinê, tundiya fîzîkî û derûnî li dijî jinan pêk tê û destnîşan kir ku tevî daxuyaniya NY’î ya belgekirina binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê, kirin hîna didomin.

Endama Rêxistina Mafê Mirovan a herêma Efrînê Hayhan Elî bang li tevahî Sazî û Rêxistinên parastina Jinan kir ku xwedî li jinên Efrînê derkevin û erka xwe ya hiqûqî pêk bînin.

Back to top button