Çalakiyên 8’ê Adarê dê di çarçoveya pêngava” Na ji dagirkeriyê re” de bin

Berdevka Kongra Star Remziya Mihemed destnîşan kir ku çalakiyên 8’ê Adarê dê di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava “Na ji dagirkirî û qirkirinê re” werin lidarxistin. Remziya diyar kir ku ew çalakiyên 8ê ji bo bilindkirina asta têkoşîna jin û wefedariya bi şehîdan re, li dar dixin.

Bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî saziyên jinan ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi serkêşiya Kongra Star amadekariyên lidarxistina çalakiyan dikin.

Berdevka Kongra Star Remziya Mihemed dema ragihandina bernameyê çalakiyên 8ê Adarê eşkere kir.

Remziya Mihemed da zanîn ku çalakiyên 8’ê Adarê dê di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava “Na ji dagirkirî û qirkirinê re, bi hev re em jin û jiyanê biparêzin” de werin lidarxistin.

Ev qonaxa yekemîn a vê pêngavê, Kongra Star bi hevkariya jinên li herêmê 9ê Kanûna 2020an, dabû destpêkirin, pêngav heta 9ê Çileyê dewam kir.

17ê Çileya borî jî, qonaxa duyemîn a pêngavê hate destpêkirin û tê payîn ku heta 17ê Nîsanê dirêj bike.

Kongra Star bernameya çalakiyên 8’ê Adarê eşkere kir

Li gorî Berdevka Kongra Star, bernameya çalakiyên 8ê Adarê wiha ye:

Ji bo danasîna Roja Jinan a Cîhanê û dîroka jin, Di hefteya dawî ya meha Sibatê de, semîner û panel li navçe û meclisên tevahî herêman, dê werin dayîn.

1ê Adarê û heta 21ê Adarê dê rêzeçalakiyên cuda werin lidarxistin.

Ji wan, mîhrîcaha çandî û hunerî ku her sal tê lidarxistin, tê de çand û kelepûra hemû pêkhateyan tê pêşkêşkirin.

Çalakiyên ji bo destekdayîna YPJê û mîhrîcana hunerî û leşkerî dê werin lidarxistin.

Çalakî û meş ji bo Rêber Abdullah Ocalan werin lidarxistin.

Pêşangehên hûnerî li Qamişlo, Kobanê û Şehbayê dê werin vekirin.

Her wekî, Şahî li hemû bajar û navçeyan dê werin lidarxistin.

Remziya Mihemed: Em çalakiyên 8’ê Adarê ji bo bilindkirina asta têkoşîna jin li dar dixin

Berdevka Kongreya Star Remziya Mihemed, 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û çalakiyên 8ê Adarê diyarî şehîdên azadiyê kir.

Back to top button