”Şoreşa Rojava temamkirina Pêngava 15’ê Tebaxê ye”

Derbarê Pêngava 15′ê Tebaxê de kesayetên neteweyî diyar kirin ku Şoreşa Rojava temamkirina Pêngava 15′ê Tebaxê ye.

Welatiyê bi navê Mihemed Nûrî Ehmed da zanîn ku Pêngava 15′ê Tebaxê derbeyeke giran li dewleta Tirk da. Di heman demê de ji bo gelê Kurd bû hêvî.

Ehmed got : “Piştî pêngavê gelê Kurd bendên tirsê şikandin û bi dehan keç û xort tev li vê şoreşê bûn, bi taybet ji Rojava da ku armancên wê pêk bînin.”

Welatiyê bi navê Mihemed Baqî Kotî bi van gotinan behsa bihîstina xwe ji destpêkirina pêngavê re dike

“Wê demê em şaş man, çawa komeke biçûk a ciwanan li hember dewleteke endamê NATO′yê şer kirin.

Lê wê komê bi vînê û mafê parastina rewa xwe xurt û bi çek kiribû.

Dewleta Tirk digot temenê PKK′ê 2 roj in, lê vaye îro salvegera 39′an a pêngavê ye û kêlek wê jî destkeftiyên mezin hene.”

Endamê Meclisa Giştî ya PYD′ê ya Hesekê Ebdulxenî Osê destnîşan kir ku Pêngava 15′ê Tebaxê ne pêgaveke hêsan bû, lê guherîneke dîrokî di dîroka Kurdan de kir.

Oso di dawiyê de got Şoreşa Rojava berdewama pêngavê ye ku li seranserî cîhanê bûye nimune.

Dêrazor – Pêngava 15’ê Tebaxê bi semînerekê hat pênasekirin

Back to top button