“Li dijî tecrîdê pêş Balyozxaneyên dewleta Tirk çalakiyan bikin”

Şêx û rûspiyên eşîrên Ereban ên Reqayê bang kir ku li dijî tecrîda li ser Rêber Apo li pêş balyozxaneyên dewleta Tirk çalakiyan bikin.

Tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên li Îmraliyê li gel civaka kurd û ereb bi fikrên wî bawer in, metirsiyê çêdikin.

Şêxê eşîra El Elî, Remedan El Rehal di der barê mijarê de axivî û got:

“Tecrîd û gefên li dijî Rêber APO ji êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ne dûr in û armanca wan ku dixwazin fikir û projeyên demokratîk têk bibin.”

Rûspiyê eşîra El Welde, Yûsif El Esed jî wiha anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelan sembol û fermandarekî mezin e, tiştên dewleta Tirk li dijî wî pêk tîne sûcekî dermirovî ye.

Rûspiyê eşîra El Welde diyar kir ku divê li pêş balyozxaneyên dewleta Tirk serhildan bên lidarxistin û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bikin.

Eşîrên Ereb: Divê tecrîd bê têkbirin

Back to top button