KCDK-E: Desthilatdariya AKP-MHP ji bo qirkirina Kurdan seferber bûne

Kongreya Civakên Kurdistanê ya Demokratîk a Ewropayê KCDK-E bi daxuyaniyekê li dijî êrişên dewleta Tirk banga xwedîderketina li Rojava kir.
KCDK-E diyar kir dewleta Tirk bi hemû hêza xwe amadekariya dagirkirina Rojava dike û got: Piştî ku hate ragihandin wê çeteyên DAÎŞ’ê werin darizandin, ev êrîş zêde bûn.

Têkildarî êrişên dewleta Tirk a qirker, bi taybetî yên li dijî Rojava Kongreya Civakên Kurdistanê ya Demokratîk a Ewropayê KCDK-E daxuyaniyek nivîskî weşand.

KCDK’ê bi bîr xist dewleta Tirk ji 7’ê Hezîrana 2023’an û vir ve êrîşên xwe zêde kiriye û ev etişt got: Li ser hev nûçeyên êrîşên li ser Rojava tên. Haya dewletên li herêmê ji van êrîşan heye.

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê û hemû tifaqên wê dixwaze Kurdan qir bike û ji bo tunekirina destkeftiyên demokratîk seferber bûne.

Bi van êrîşan re dixwazin herêmên nû dagir bikin.

Bi Rojava re dixwazin Başûr jî dagir bikin.

KCDK’ê diyar kir armanca dewleta Tirk ya ji êrişan ji holê rakirina u paradîgmaya jiyana bi hev re ya li Rojhilata Navîne û got:

Hemû destkeftiyên jiyana hevpar bûne hedef.

KCDK-E: Piştî ragihandina darizandina DAIŞ’ê êrişên Tirkiyê zêde bûn

Di dewmê de KCDK’E desnîşan kir piştî ku hate ragihandin wê çeteyên DAÎŞ’ê werin darizandin, ev êrîş zêde bûn û wiha doman:

Dewleta Tirk çawa ku ji herêmên ku dagir kiriye venekişiyaye, li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê jî asîmîlasyon û qirkirin pêk anî.

Çi tiştên aîdî gelê Kurd hebe talan dike.

Eşkere tê dîtin ku artêşa Tirk a dagirker dixwaze herêmê dagir bike û li herêmê Kurd nemînin.

Dixwazin mirovên ji derên din bînin vê derê û avadaniya demografîk were guherandin.

KCDK-E: Li dijî dewleta Tirk a dagirker em xwedî li Rojava derkevin

Li dijî qirkirina Kurdan, Kongreya Civakên Kurdistanê ya Demokratîk a Ewropayê KCDK-E banga seferberiyê li her kesî kir û got: Divê mirovahiya bi rûmet a cîhanê, bi taybetî gelê Kurd û her kesê ku alîgirên azadiyê ne, li ber xwe bidin û bertekên xwe nîşan bidin.

Em bang li her kesî dikin ku li gorî derfetên xwe şoreşa Rojava û axa wê biparêzin.”

Back to top button