Berpirsê Ragihandinê yê Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê Bextiyar Mistefa, de êrişên dewleta Tirk ên li Başûr de wekî kirinên dewleta Tirk terorîstane bi nav kir û got: “Tişta ji êrişên terorîstî xirabtir ewe ku hikûmet û hêzên ewlehiyê yên Başûrê Kurdistanê li beramberî van bûyerên terorî bêdengin. “
Di nava du salên borî de gelek êrişên terorî yên MÎT’a Tirk a bi hevkariyaPDK’ê, li nava bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê pêkhatine.
Tevî ku êriş nava rojê û li pêş gelek kamerayên çavdêriyê pêkhatine jî, lê heta niha kujer û tawanbarên van êrişan nehatine girtin.
Berpirsê Ragihandin û Endamê Serkirdayetiya Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê Bextiyar Mistefa li ser mijarê ji ajansa Rojnews re axivî.
Bextiyar Mistefa diyar kir li Herêma Başûrê Kurdistanê rojane kiryarên terorî tên kirin û wiha got:
“Dewleta Tirk bi rêya balefirên bê mirov êrişên terorî pêktîne û mirovan qetil dike.
Êrişa herî dawî jî qetilkirina Endamê Komeleya Karkerên Mezopotamya Hûseyîn Arasan a li Silêmaniyê bû.
Em hemû jî dizanîn ku êriş bi destê dewleta Tirk û hevakarên wê pêkhat.”
Bextiyar Mistefa: Dewleta Tirk û îran bi êrişan terora siyasî dikin
Di dewamê de Mistefa destnîşankir ku rojane dewleta Tirk û Îranê li nava axa Başûrê Kurdistan û Iraqê terora siyasî dikin.
Her wiha Mistefa bêdengiya hikûmet û hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê li beramberî van bûyerên terorî rexne kir û wiha got:
“Hikûmet û aliyên peywendîdar çavê xwe li qetilkirina azadîxwazan digrin û lêpirsînê li ser nakin.
Sedemê vê yekê jî berjwendiyên wan ên li gel hevin.”
Bextiyar Mistefa: :Divê li dijî van êrişan helwestek cidî were raber kirin
Bextiyar diyar kir divê li beramberî van êrişan de raya giştî bikeve tevgerê û got: “Divê parlemento û hikûmeta Iraqê helwestek cidî li dijî van êrişan nîşandin.”
KCDK-E: Desthilatdariya AKP-MHP ji bo qirkirina Kurdan seferber bûne