Rêveberiya Xweser ji Reqayê dest bi radestkirina fatoreyên genim ji coktaran re kir.
Ev pêngav ji bo Cotkarên ku genimê xwe di 24-29’ê Gulanê de radest kirine, derbasdar.
Nivîsgeha Darayî û Pereyan a Navendî ya Reqayê duh ragihand ku dê dest bi radestkirina fatoreyên genim bike.
Cotkarên ku genimê xwe di 24-29’ê Gulanê de radest kirine, wê faroreyên xwe bigrin.
Rayedarê Nivîsgeha Reqayê, Macid El-Elî wiha got:
“Di çend rojên bê de, dê nav û tabloya belavkirinê li herêmên din jî were ragihandin.
Li gorî bihayê ku Rêveberiya Xweser diyar kiriye, wê Cotkar fatoreyên xwe wergirin.
Di nivîsgehê de, 5 sendoqên radestkirina fatoreyan hene.
Cotkar kaxiza qabanê (pîvanê), nasnameya xwe dixe van sendoqan, da ku fatoreya xwe ya genim li gorî dolar wergire.
Li ser radestkirinê, cotkar Hemod El-Muhsin ê Reqayê got:
“Min rojên destpêkê genim teslîm kir û îro jî, ji bo wergirtina fatoreyê hatime û min fatoreya xwe bi hêsanî girt.
Pergala radestkirina fatoreyan nû ye û pir baş e.
Rêveberiya Xweser: Buhayê genim wê li gorî nirxê dolar bê diyarkirin