Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 93 roj in didome

Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dewam dike
Tevî gefên dewleta Îranê, di roja 93’an de jî çalakiyên nerazîbûnê hebûn.
Li aliyê din xeteriya darvekirinê li ser 26 xwepêşandêran heye.

Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hêjî didome.

Di roja 93’an de jî careke din xwepêşandanên gel yên bi daxwazên azadiyê, bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pêk hatin.

Duh li bajarê Dêwlan ya ser bi parêzgeha Sine Şadman Ehmed ê ji aliyê dewleta Îranê ve hate qetilkirin, bi merasîmekê hate bîranîn.

Bi Sedan kes tevlî merasîmê bûn û bê navber dirûşmeye berzkirin.

Li bajarê Merîwan jinên ciwan bi rakirina lacikên serê xwe û rêzgirtinê cangoriyên riya azadiyê bîranîn.

Li bajarê Tahranê û Kerec jî merasîma çileya Elî Ruzbehanî û Nîma Nûrî pêkhat.

Duh li bajarê Zahîdan piştî nimêja Înê meşek girseyî hate lidarxistin.

Jinên Belûçî li dijî zilma dewleta Îranê li qadan bûn

Xwepêşanderan bê navber dirûşmeyên dijî desthilata Îranê qêriyan, di xwepêşandanê de hejmarek zêde ya jinan hebûn.

Xwepêşanderan cezayên darvekirinê şermezarkirin û nerazîbûna xwe anîn ziman.

Xwepêşandêran cezayê darvekirinê şermezar kirin

Îro jî welatiyên li bajarê Xaşê li dijî dewleta Îranê meyşiyan.

Bi heman awayî li bajarê Ehvazê jî karker li qadan bûn.

Li aliyê din dewleta Îranê ji bo tepisandinan serhildanê û avakirina tirsê di nava gel de cezayê darvekirinê li xwepêşandêran dibire

Dewleta Îranê dixwaze cezayê darvekirinê bide 26 çalakgeran

Li gorî agahiyan li mehkemeyên dewletê de li 11 kesan cezayê darvekirinê hatiye birîn û 15 kes jî bi cezayê darvekirinê tên darizandin.

Hêzên dewletê berî niha jî 2 xwepêşandêr ji ber beşdarî serhildanan bûne darve kir.

Back to top button