HPG: Di çalakiya Gerîla de li çemço dagirkerek hat kuştin

HPG’ê ragihand ku di çalakiyên gerîla de li Çemçoyê dagirkerek hat kuştin.

Derbarê çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê de Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da.

Li gorî;

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

16’ê Kanûnê li nêzî herêma Çemço ya Şêladiza Amêdiyê hêzên gerîla bi taktîka sabotajê li dagirkeran da.

Li vir dagirkere hat kuştin..

Heman rojê li derdora gundê Sîda yê girêdayî navçeya Şêladize tîmen gerîla yên bi tevger 4 caran bi çekên giran li dagirkeran dan.

Di encama lêdana gerîla de termalek û pergaleke kamareyan hat xirabkirin û derb li çeperekê hat xistin..”

Her wiha li ser êrişên artêşa Tirk a dagirker de jî HPG ev agahî dan:

4 caran bi balefirên şer û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran Qadên Berxwedanê hatin bombe kir.

Back to top button