NATO dema patrîotên xwe yên li Adanayê dirêj kir

NATO dema xebata xwe ya li Încîrlîka ku Erdogan got, em ê bigrin jî dirêj kir.
Wezareta Parastinê yê Emerîka jî xwest cidîyeta tirkiyê ya di mijara Încîrlikê de fam bike.

Sefîrê Îspanî yê li sefaretxaneya Enqere Juan Gonzales Barba diyar kir ku tevî ku Tirkiye û NATO di mijara Sûrî de xwedî fikrên cuda ne, ew ê ji bo pêwistiyên parastina Tirkiyê tev bigerin.

Barba da zanîn ku dema patriotên ku li Adana hatine bicihkirin, ji bo 6 mehên din hate dirêjkirin.

Ji aliyê din ve Wezîrê Parastinê yê DYE’yê Mark Esper li ser gefa serokkomarê dewleta tirk Erdogan ku gotibû ‘Ger pêwîstî pê hebe’ wê baregehên Încîrlîk û Kurecîkê bigire axivî û weha got:

“Ji bo fêhm bikim ku dixwazin çi bikin û cidî ne yan na, divê bi hempîşeyê xwe yê Tirk (Hûlûsî Akar) re biaxivim.

Ger cidî diaxivin ev yek wê ji bo tevahiya Tifaqa Atlantîk û sozên wan ên ji bo vê tifaqê wê pirsgirêkê bi xwe re bîne.”

Leave a Reply

Back to top button