Dewleta Tirk wê li Libyayê baregeheke leşkerî ava bike

Piştî peymana dewleta Tirk û hikumeta Wîfaqê ya Lîbyayê, êdî bendên wê eşkere dibin. Dewleta Tirk biniyet e ku xwe li Libyayê bi cîh bike û ji bo vê dixwaze li Trablûsê barageheke leşkerî ava bike. Lê belê Artêşa Wetenî ya Lîbyayê li hember vê yekê bertek nîşan da.

Piştî niyeta dewleta Tirk a dagirkirina Libyayê, derket holê ku dewleta Tirk plan dike ku li paytexta Libyayê Trablûsê baregeheke leşkerî ava bike.

Malpereke Tirk ya nêzî AKP’ê ragihand ku Tirkiye lêkolînên xwe yên der barê avakirina vê baregehê de bi dawî kirine.

Herî dawî Erdogan diyar kiribû ku eger were xwestin ew ê leşkerên xwe bişînin Libyayê û armanca xwe ya dagirkirinê eşkere kiribû.

Her weha di çapameniya Tirk de amadekariyên veguhestina tank, dron û hêzên taybet a ji bo Trablûsê jî hatibû weşandin.

Piştî peymana parastina sînorên deryayî, ya di navbera dewleta Tirk-Lîbyayê de pêk hatibû, liv û tevgera dewleta Tirk a deryayî zêdetir bû.

Dewleta Tirk duh jî li balafirgeheke Bakûrê Qibrisê balafirên bê mirov yên bi çek bi cîh kirin.

Artêşa Wetenî ya Lîbyayê: Em ê nehêlin Lîbya bibe mîna qeter û Idlibê

Berdevkê Artêşa Wetenî ya Lîbyayê Ehmed Mismarî jî li hemberî planên dewleta Tirk a dagirkeriyê nerazîbûn nîşan da û ragihand ku ew ê nehêlin lingê yek leşkerê biyanî bikeve Lîbyayê.

Mismarî got, “Em ne mîna Qeter a dagirkirî ne ku dewleta Tirk ew bi baregehan dagir kiriye. Em ê nehêlin Qeter û Idlibeke din li vir çêbibe.”

Mismarî anî ziman ku Erdogan di rêyeke şaş de ye û armanca wî ya sereke bicihkirina Ixwan el-Muslimîn li ser erdên Lîbyayê ye.

Berdevkê Artêşa Wetenî Mismarî diyar kir ku ev yek wê li Misir û wêlatên derdorê, rê li ber terorê vebike.

Sîsî: Em ê destûr nedin ku dewleta Tirk Lîbyayê kontirol bike

Serokkomarê Misrê Abdûl Fettah El Sîsî jî li dijî şandina leşkerên Tirkiyê ji bo Lîbyayê bertek nîşan da.

Li gorî çapameniya Misrê, El Sîsî diyar kiriye ku ev gav ewlehiya netewî ya Misrê dixe xeteriyê û ew ê destûr nedin ku hêzêk derve Lîbyayê kontrol bike.

Leave a Reply

Back to top button