Di encama êrîşên dewleta Tirk de li Dêrelok a Amêdiyê 3 sivîl şehîd bûn

Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li dijî başûrê Kurdistanê didiomîne û her carê jî sivîl dibin qurbanên van êrîşan.
Di encama êrîşên hewayî ya dewleta dagirker ya ku 7’ê Kanûnê ku li gundê Zêweyê yê bajarokê Dêralokê a bi ser Amêdiyê de, 3 sivîl şehîd bûn.

Sivîlên bi navê Mûhsin Hacî, Sefer Selîm û Hesen Sadiq ên ji eşîra Nêrwehî ku li bajarokê Dêreloka Amêdiya Başûrê Kurdistanê dijiyan, li nêzî gundê Zêwe di encama êrîşên dewleta Tirk de hatin kuştin.

Şênî ji bo aqûbeta her sê kesan bizanin ji ber tevgera balafirên şer a li herêmê heta îro nekarîbûn biçin herêmê.

Ji roja ku êrîş bûyî heta niha agahî ji M  ûhsin Hacî, Sefer Selîm û Hesen Sadiq nehatibû girtin, cenazeyê wan li herêma ku bombebaran lê bûyî hate dîtin.

Medyaya pdk’ê, sivîl weke gerîla nîşan dabûn

Dema ku ji her sê kesan agahî nehate girtin, dîsa medyaya nêzîkî PDK’ê îdia kiribû ku Mûhsin Hacî, Sefer Selîm û Hesen Sadiq ji aliyê PKK’ê ve hatine binçavkirin.

Back to top button