Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe bê navber êrişên xwe yên liser herêmê didomînin. Îro di seatên piştî nîvroyê de, Gundên rojavayê Kobanê bi balafrinê bê mirov û bi çekên giran hatin topbaran kirin. Duh bi şev jî gundê Şêx Îsa yê Şehbayê hatin bombebarankirin. Li aliyê din, Meclisa Leşkerî ya Minbicê bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên meha Cotmehê eşkere kir. Li gorî Meclisê, 11 gundên Minbicê bi 65 topan hatine hedefgirtin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, êrişên li ser herêmê bê navber dewam dikin.
Dewleta Tirk a dagirker îro di seatên piştî nîvro de, bi balafirên bê mirov gundê Çariqlê yê Kobanê bombebaran kir..
Hemwextî wê, gundê Koran û Xerebîsan jî bi çekên giran hatin topbaran kirin û di encamê de leşkerekî hikumeta Şamê bîrîndar bû.
Zêde derbas nebû, gundên Zormixarê û Ziyaretê jî hatin topbarankirin.
Dagirkeran gundê Şêx Îsa yê Şehbayê topbaran kir
Duh êrişên li ser Şehbayê jî dewam kirin.
Duh bi şev dagirkeran êrişî navçeya Til Rifetê kir û gundê Şêx Îsa hat hedefgirtin.
Doh danê nîvro jî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, navçey a Til Rifetê topbaran kir.
Bîlançoya êrişên meha Cotmehê li ser Minbicê hat eşkerekirin
Li aliyê din, Meclisa Leşkerî ya Minbicê bîlançoya êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Cotmehê de eşkere kir..
Di Cotmehê de 11 gundên Minbicê bi 65 topan hatin topbarankirin
Meclisê diyar kir ku 11 gundên rojava yên Minbicê hatine topbarankirin û ew jî ev in:
Ewn Dadat, Farat, Kawik-lî, Bozgêj, Ziyabet, Ereb Hesen, Muhsinlî, Seyade, Masî û Dendeniye ne.
Meclisê her wiha anî ziman ku 65 topên hewan û obîsan li van gundan ketine û zirarên mezin gihaştine milkên şêniyan.