Rêveberiya Tebqayê salvegera rizgarkirinê li şêniyên herêmê pîroz kir

Rêveberiya bajarê Tebqayê bi boneya salvegera 3. a rizgarkirina bajêr, daxuyaniyekî nivîskî weşand û ev yek li şêniyên herêmê pîroz kir û şehîdên azadiyê bi bîr xist.

Rêveberiyê diyar kir ku “ji ber rewşa vîrûsa Coronayê, îsal wê ti şahî nayên lidarxistin”.

Rêveberiya bajarê Tebqayê her wiha bal kişand ser binkeftina planên dewleta Tirk a dagirker li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî jî û da zanîn ku dagirkerî armanca xwe pêkanîna Imperatoriya Osmanî bû.

Rêveberiya Tebqa di dawiyê de, soza parastina deskeftiyên bi saya şehîdan da û teqez kir ku ew ê her bajarê xwe ji çeteyan biparêzin.

Back to top button