“Ramanê Rêber Apo mîsogeriya aramiya heremê ye”

Welatiyên Dêrazorê li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocelan axivîn û got:
Siyasetên ku dewleta Tirk li dijî Rêber Apo dimeşîne dê nikarin îradeya gelên têkoşer bişkîne.

Serokê Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê Yehya El Sofî got:

“Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo îsbat dike ku dewleta Tirk ji ramanên Rêber Apo ditirse.

Dewleta Tirk dixwaze siyaseta qirkirinê li dijî gelan pêk bîne .”

El Sofî bang li hemû rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku destwerdanê di doza Rêber Apo de bikin.

“Fikrê Rêber Apo çareseriya pisgirêkên rojihilata navîn e”

Endama Komîteya Jinan a Meclisa Herêma Rojhilat a Dêrazorê Ayşe El Mudehî jî dibêje:

“Tecrîda li ser Rêber Apo rêbazeke îşkenceya derûnî û tevizandina siyasî ye.

Ev tecrîd beşek ji stratejiya qirkirina siyasî ye.”

Ayşe bang li rêxistinên mirovî û CPT’yê kir ku xwedî li erka xwe derkevin.

Jinên herêma Firatê: Em ê heta dawî li dijî tecrîdê têbikoşin

Back to top button