Li Girê Spî polîtîkayên guhertina demografîk bê navber dewam dikin.
Dewleta Tirk a dagirker 100 kesên din li kantona Girê Spî ya dagirkirî bi cih kirin.
Dewleta Tirk 100 penaberên sûriyeyî yên ku li Tirkiyeyê diman, di deriyê sînorî re vegerandin Girê Spî .
Dewleta Tirk ev penaber bi darê zorê vegerandine û radestî çeteyên “Polîsên leşkerî” kirin .
Da ku li malên koçberan werin bicihkirin.
Bi vê yekê hejmara penaberên ku di vê mehê de li Girê Spî hatine bicihkirin bû hezar û 311 penaber.
Ji Nîsana îsal zêdetirî 24 hezar penaber bi darê zorê li Girê Spî hatine bicihkirin.