Balafirên Koalisyona Ereb êrîş birin ser navendên Hûsiyan yên li Sena’yê

Îro Balafirên Koalisyona Erebî bi çend êrîşên hewayî navend û cihên Hûsiyan li Sen’aya payext bombebaran kirin.

Ev êrîş li ser Çiyayê EL Sem’ li bakurê paytextê, barageha leşkerî EL Dêlimî û navendên Hûsiyan ên li herêma Hizîz başûrê paytextê, pêk hatin.

Di encamê de 4 balafirên Hûsiyan li barageha El Dêlimî hatin rûxandin.

Li gorî şahidan ji ber dijwarbûna van êrîşan paytext hejiya û dûman û agir bi ser cihên hatîn armanckirin ket.

Ev yek jî piştî çend rojan ji ragihandina Hûsyan şandina dronan ji balafirgeha navdewletî Ebha li Si’ûdiyê hat.

Ev zêdeyî 5 salan e Koalisyona Ereb li dijî Hûsiyan êrîşan pêk tîne.

Back to top button