Di vê hilbijartinê de jî AKP-MHP’ê dev ji fen û êrişan bernedan

Hikumeta AKP-MHP’ê ya ku di hilbijartinan de binketina xwe dîtine îsal jî lîstok û hîleyên xwe dewam kirin. Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Platforma Şopandina Hilbiajrtinê ya Serbixwe, têkildarî hilbijartinan “Rapora Navberê ya Çavdêriyê” weşandin. Li gorî raporê, gelek pusûleyên dengan li ser navê Tayyîp Erdogan berê hatine mohrkirin. Her wiha nijadperastên tirk jî êrişê muşahidên partiyên muxalif, bi taybetî jî yê Partiya Çepên Kesk dikin.

Li Tirkiye û Kurdistanê karê dengdanê yê hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê bi dawî bûn

Lê heya niha li gelek bajaran gelek nelirêtî ango dek û dolabên desthilata faşît a Erdogan rû dane.

Hikûmeta AKP-MHP’ê ya haya wan jê heye ku di hilbijartinan de têk diçe hemû fenên xwe xistina meriyetê.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Platforma Şopandina Hilbiajrtinê ya Serbixwe, têkildarî hilbijartinan “Rapora Navberê ya Çavdêriyê” weşandin.

Di raporê de binpêkirinên di warê hilbijartinê de rû didin wiha hatin detsnîşankirin:

Li gundê Eskîtaş ê Kolika Semsûrê, birayên Serokê AKP’a Semsûrê tevî cendirmeyan rayan eşkere bi kar anîn.

Li Amedê jî nêzî 200 kes bêyî ku haya wan jê hebe wekî peywirdarên sindoqê hatine wezîfedarkirin û ji ber vê niakribûne raya xwe bidin.

Li Dîlokê jî li gorî îdiayan 4 hezar û 74 kes ji aliyê Partiya Vatanê ve bêyî ku haya wan jê hebe hatine wezîfederakirin û ji ber vê nikaribûne dengên xwe bi akr bînin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî da xuya kirin ku li dîlokê 142 binpêkirin hatin qeydkirin.

Li Gîresûnê jî hat îdiakirina ku pusûleyên Tayyîp Erdogan berê hatine mohrkirin.

Li Dibistana ÎMam Hatîpê ya Neslîşah a navçeya Fatîh a Stenbolê jî, AKP’iyan li muşahidên Partiya Karkeran a Tirkiyê (TÎP) xistin.

Li gundê Eşme yê girêdayî navçeya Qoser a Mêrdînê xizmên namzetê AKP’ê Farûk Kiliç xwestin dengên xwe bi komî bidin.

Muşahidên Partiya Çepên Kesk jî xwestin bi telefonê dîmenên vê rewşê bikişînin.

Di vê navberê de komeke ji dehan kesan pêk dihat ku xizmên Kiliç bûn, êrişî muşahidên Partiya Çepên Kesk kirin.

Di dema êrişê de Havas Gungor û Kemal Erbey birîndar bûn.

Her du welatî jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.

Hat diyarkirin ku li gundê Alacali yê Rihayê mêran li şûna jinan ray bi kar anîn.

Li Sêrewgê jî li gor daxuyaniyên Nûnerê YSK’ê yÊ HDP’ê Tiryakî, li Dibistana Çînhîsarê deng bi awayekî eşkere hatine bikaranîn.

Li navçeya Qilebanê ya Şirnexê jî, endamê ÎHD’ê û çavdêrê hilbijartinê yê serbixwe Fevzî Kara, rastî êrişa sercerdevan Hazim Babat û alîgirên wî hat.

Mîthat Sancar dengê xwe da û banga xwedîderketina li sindoqan kir

Back to top button