Mîthat Sancar dengê xwe da û banga xwedîderketina li sindoqan kir

Hevserokên giştî yên HDP’ê diyar kirin dê êvarî bi hêviyeke mezin li benda encaman bimînin û gotin:”Pergaleke xerabiyê heye û divê ev pergal îro biçe.”

Hevserokê Giştî yê HDP Mîthat Sancar jî li Enqereyê dengê xwe da.

Mîthat Sancar piştî dengdayînê li baxçeyê dibistanê daxuyaniyeke kin da.

Sancar, got ku girîngtirîn hilbijartinên di dîroka Tirkiyê de tên lidarxistin û ev tişt anî ziman:

“Me dengê xwe ji bo guherîna demokratîk û aştiyê da.

Di wê baweriyê de me ku dê hemû hemwelatiyên me bi zanebûna berpirsyartiya demokratîk tevbigerin.

Ev hilbijartin ne tenê ji bo Tirkiyeyê lê ji bo cîhanê girîng in.

Di dawiyê de Sancar ji bo parastina dengan bang li hilbijêran kir û xwest xwedî li sindoqan derkevin

Namzetê Serokkomariyê Kiliçdaroglû: Dê bihar were vî welatî

Namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû jî li Enqereyê dengê xwe da.

Kiliçdaroglû piştî ku dengê xwe da axivî û wiha got: “Ez rêz û hezkirina xwe pêşkeşî hemû hemwelatiyên me yên çûne ser sindoqan û dengê xwe dayîn.

Perwîn Bûldan dengê xwe da

Back to top button