Tecrîda li dijî Rêber Apo li Til Temrê hat şermezarkirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Til temirê bi meşekê Tecrîda giran a li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezra kirin û gotin; em ê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li qadan bin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan îro bi armanca rakirina tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Til Temirê meşek li darxist.

Di meşê de saziyên rêveberiya xweser yên bajarê Tel Temir, partiyên siyasî ,Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan beşdar bûn.

Li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan daxuyanî hat dayin,

Di daxuyaniyê de ev hat got:

Fikrê Rêber Abdullah Ocalan li tevahî herêman belav bû û bi saya fikrê wî ev herêm ji terorê hate rizgarkirin û pêkhate bi hev re bi aştî û ewle dijîn.

Em ciwanên Til Temirê bi hemû hêz, enerjî û vîna xwe amade ne Rêber Abdullah Ocalan bi awayekî fîzîkî azad bikin, tecrîdê bi dawî bikin û girtîgeha Îmraliyê têk bibin.”

Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî tecrîdê daketin qadan

Back to top button