HPG: Li herêma Xakurkê 2 dagirker hatin ceza kirin

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku li herêma Xakurkê artêşa Tirk a dagirker êrişî gêrîlayan kirin û di encama şer de 2 dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da.

Li gorî vê;

“13’ê Gulanê li herêma Xakurkê dagirkeran bi çekên giran êrişî Girê Şehîd Heqî û Girê Şehîd Kamûran kirin.

Hêzên me jî ji bo xweparastinê bersiv dan dagirkeran.

Di heman rojê de dagirkeran êrişî Girê Şehîd Axîn kirin.

Li wir jî hêzên me ji bo xweparastinê bersiv dan dagirkeran û şer qewimî. ”

HPG’ê eşkere kir di encama vî şerî de çepereke dagirker tê de bûn hate îmhakirin û 2 dagirker hatin cezakirin.

HPG: Li Mêrdînê di operasyona 8 rojan de 8 dagirker hatine cezakirin

Back to top button