Li Pakistanê ji ber lehiyê bi 100 hezaran kes hatin veguhestin

Li Pakistanê baranên musonê bandorek neyînî li jiyana welatiyan kiriye.
Di 3 heyfteyan de, bêtirî 100 hezar kes hatin veguhestin.
Tê îdiakirin piştî Hindistanê bendavên li ser Çemê Sutlej vekir, li sînorê Pakistanê xanî dibin avê de mane.

Ji herêmên li eyaleta Pencabê ya Pakîstanê ji ber barana mûsonê lehî rabû.

Li gor daxuyaniya rêveberên lêgerîn û rizgarkirinê, ji ber ku ava Çemê Sutlejê di ser re derbas bûye, derdora wê di bin avê de maye.

Ji bo pêşîgirtina karesatên hîn mezitir xebatên berfireh hatine despêkirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piraniya xebatên veguhestinê li herêmên Bahawalpur û Kasûrê pêk hatine.

Hat ragihandin ku di 3 hefteyên dawî de bêtirî 100 hezar kes hatine veguhestin.

Ajansa Rêvebiriya Afetê ya Netewî ya Pakistanê jî ragihand ku asta ava Çemê Ravî niha normal e.

Metirsî heye ku di vê hefteyê de li Çemê Sutlej jî lehî çêbibe.

Di vê navberê de, serokê hikumeta eyaleta Pencabê Muhsîn Naqvî ji AFP’ê re got;

Barana mûsonê hişt ku rayedarên li Hindistanê ava zêde ya rezervan berdin Çemê Sutlejê.

Ev yek jî bû sedema ku li aliyê sînorê Pakistanê lehî rabe.

Baranên mûsonê yên di navbera Hezîran-Îlonê de dibarin, her sal li Pakistanê zirareke mezin dide herêmê.

Li welêt karesata lehiyê ya ku par di encama barana mûsonê de pêk hat 33 milyon kes bandor kir.

Her wiha hezar û 739 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin ku ziyana vê karesatê bixwere aniyî bêtirî 30 mîlyar dolar e.

Li Hindistan û pakistanê baranên musonê

Back to top button