Welatiyên herêmê li dijî hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re gotin:
Yekitiya neteweyî bê malbata Barzanî û partiya wî pêk tê.
Hevserokê Nivîzgeha rêxistinî ya TEV-DEM ya Hesekê Ferhan Derwêş derbarê mijarê de got:
“Pêwîstiya gelê Kurd bi yekitiya neteweyî heye.
Hin dibêjin heke malbata Barzanî ji vê yekitiyê dûr be, ev yekitî pêk nayê.
Lê di rastiyê de yekitiya neteweyî bê malbata Barzanî û partiya wê pêkan e.”
”PDK’ê Başûr kiriye wîlayeteke Tirkiyeyê”
Welatiyê bi navê Mihemed Eşref Elî jî dibêje:
Dîroka PDK`ê bi hevkariya bi dijminan re dagirtî ye.
Diviyabû hêzên kurdî, yekitiya xwe di sedsala Lozanê de ragihanidibana, di serî de PDK`ê.
Lê yê îxanetê li kurdan dike, destekê dide dewleta Tirk a dagirker, PDK`ê bi xwe ye.
Elî herî dawî eşekre kir ku divê em ragihînin ku malbata Barzanî û PDK`ê li dijî daxwazên gelê Kurd in.