Li Girê Spî dagirkeran rûspiyek revand

Roj bêyî kirinên dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî, derbas nabe. Herî dawî rûspiyekî eşîra El-Bû Esaf ê ji gundê El-Menkelî yê Girê Spî ya dagirkirî hate revandin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê çend kesên rûgirtî di se’etên şevê de bi ser mala rûspî Hemûd Casim El-Eyaf de girtin û ew birin cihekî nediyar.

Hemûd nexweşiya şekir pê re ye û pirsgirêkên wî yên dil jî hene.

Hat gotin, ne tenê Hemûd El-Eyaf hatiye revandin, lê beriya çend rojan zarokekî 15 salî jî hat revandin.

Hat gotin ku derdora 200 xizmên kesên hatine revandin berê xwe dan navendên çeteyên dewleta Tirk yên li Girê Spî, lê dîsa jî tu agahî bi dest nexistin.

Li herêmên dagirkirî revandin, girtin, serdegirtina malan û xwestina fîdyeyan, ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve berdewam in.

Back to top button