Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi boneya salvegera 3. a vekişîna gerîlayên HPG û YJA Starê ji Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
MXDŞ’ê di daxuyniyê de bi bîr xist ku gerîlayên HPG’ê û YJA Starê piştî revîna Pêşmergeyên PDK’ê, karîn bi hawara Êzidiyan ve biçin û bi hezaran jin û zarok ji qirkirinê rizgar bikin û çeteyên DAIŞ’ê ji Şengalê derxin.
MXDŞ’ê da zanîn ku îro dixwazin wê hêza bo parastinê avakirî, bi peymanan ji hev bixin û got:
“1 Nîsana 2018’an gerîlayên azadiyê ji Şengalê vekişiyan, lewre Iraq û hevkarên xwe ji bo tesfiyekirina MXDŞ’ê, ev roj bi xwe nîşan daye.
PDK hewl dide bi rêya Iraqê careke din Şengalê dagir bike, lê civaka Êzidî niha bûye xwedî hêz û dikare parastina Şengalê bike û ji bilî vê rêyê, ti bijardeyeke din qebûl nake.”
Tê zanîn, hikumeta Iraqê heta 1’ê Nîsanê dem daye Rêvberiya Şengalê ku hemû nuqte û hêzên xwe ji hev belav bikin, ango tasfiye bikin.