ARTÊŞA DAGIRKERIYA TIRK DARÊN NAVÇEYA MABATAYÊ ŞEWITANDIN

Di çaçroveya binbêkirinên Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê, Artêşa dagirkeriya Tirk bi sedan darên li navçeya Mabata şewitandin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh agir bi darên tirî, zeytûn û darên din ên li gundê Hec Qasim, Dila û Rota yên navçeya Mabata ya kantona Efrînê xist.

Ji destpêka ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagir kirirne, bi sedan hektar zeviyên çandiniyê û dar şewitandine.

Bi vê yekê hewl didin çavkaniyên debarê yên şêniyên resen ên herêmê qut bikin û ekolojiya kantonê xira bikin.

 

Leave a Reply

Back to top button