Amerîka li dijî girtina muxalifên Rûsî bertek nîşan da

Rêveberiya Serokê Rûsya Vladimir Putin, nahêle muxalif henasê bigrin.
Li dijî girtina muxalifên Rûsya, Wezîrê Karê Derve yê DYA Blinken bertek nîşan da û daxwaza berdana wan kir.

Wezîrê Karê Derve yê DYA Antony Blinken di peyama li ser hesabê xwe yê Twitterê de wiha got:

Îro hikumeta Rûsya, çalakvanên siyasî Vladimir Kara-Murza û Yuliya Galyamina di nav de, 200 serokên şaredarî û siyasetmedar bi hincetên xwedîqusur girtiye.

Em banga dawî anîna dadgehkirina dengên bêalî dikin.

Doh Hêzên Ewlekariya Rûsyayê bi ser civîneke mûxalefetê de girt û gelek kes girtin.

Siyasetmedar muxalîf Vladimir Karamurza û çalakvan Alexei Pivovarov di nav kesên girtî de ne.

Rojnamevanên ku xwestin bûyerê bişopînin jî hatin binçavkirin.

Sedema jihevxistina civîna ku li otêlekê dihat lidarxistin, nehat zanîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dê di vê payîzê de hilbijartinên parlemantoya nû ya Rûsyayê wê were lidarxistin.

Back to top button