Iraq..Li parêzgehên Bexda û Enbarê 5 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Li parêzgehên Bexda û Enbarê yên Iraqê 5 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarî yê Iraqê, Yehya Resûl, derbarê operasyonên dawî yên hêzên Iraqî li dijî çeteyên DAIŞ’ê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê hêzên Iraqî li herdu parêzgehên Bexda û Enbarê operasyonên taybet li li dijî çeteyên DAIŞ’ê pêk anîn.

Di encama opersyonan de li herêmên Ebû Xrêb û El-Keramayê 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Her wiha hêzên Iraqî li herêma Hêt a dikeve rojvayê Iraqê 3 DAIŞ’î girtin.

Back to top button