Hemwextî gurbûna şerê li Idlibê, Rêveberiya Xweser careke din amadebûna xwe ji bo pêşwzîkirina koçberên Idlibê dubare kir û xwest deriyê sînor ê “Yeirubiyê” bê vekirin..
Di daxuyaniya xwe de bal kişand ser rewşa herêmê jî û destnîşan kir ku, “ji ber dagirkeriya Tirkiyê hejmara koçberan li herêmê zêde ye û piştî girtina deriyê “Yeirubiyê” jî zehmetî zêde bûne û alîkarî kêm dighêje herêmê”
Rêveberiya Xweser: divê deriyê “yeirubiyê” bê vekirin
Rêveberiya Xweser bang kir ku, “divê civaka navdewletî û di serî de NY dergeha “Yeirubiyê” vekin û ji bo gihandina alîkariyê û bidawîkirina zehmetiyên koçberan, koordîne bi Rêveberiyê re were kirin.