PDK duh dîsan hêz şand herêmên Gerîla “Çoman û Qesrê”. Parlamenterê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê-YNK’ê yê Başûrê Kurdistan Luqman Werdî jî şandina van hêzan rexne kir.
Parlamenterê YNK’ê Luqman Werdî diyar kir ku tiştê PDK bi rêya nûkirina baregeh, bicihkirina çekên koalîsyonê û tevgerkirina hêzan dike, karekî nerewa û nerast e.
Li gorî Werdî, divê PDK çekên ji koalîsyonê wergirtine, ji bo vegerandina herêmên bi-nakok, bi kar bîne.
Parlamenterê YNK bi bîr xist ku ev planeke dewleta Tirk e û ji bo neçe serî, divê PDK hêzên xwe ji qadên Gerîla bi paş ve vikişîne.