Waşington dê 15 mehê piraniya hêzên xwe ji Somalyayê vekişîne

Berî wîlayeta wî bi dawî bibe, Trump piraniya hêzên xwe yên li Somalyayê, vedikişîne..

Berpirsekî Amerîkî ragihand ku Birêvberiya Amerîkayê dê bi hatina 15 vê mehê re, piraniya hêzan ji Somalyayê vekişîne.

Li gorî heman çavkaniyê, wê tenê komeke biçûk li paytextê bimîne.

Dora 700 leşkerên Amerîkî ji bo alîkariya hêzên hikumetê li dijî “Tevgera el-Şebab” a terorîst bike, li Somalyayê ne.

Ji 1991 de şerekî navxweyî li vî welatî rû dide û di encamê de bi hezaran kuştî, birîndar û her wiha koçber çêbûne.

Back to top button