Di encama şer û pevçûnên hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk li Cebel El-Zawiyê de, çeteyek hat kuştin.
Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh şerek di navbera hêzên kikumetê û çeteyên Tirkiyê li derdora Cebel El-Zawiyê de qewimî û di encamê de çeteyek hat kuştin.
Li gorî heman çavkaniyê, li başûrê Idlibê û li gundewarên Hemayê, şerê di navbera hêzên hikumetê û çeteyan de rojane li dar in.
Navendê her wiha diyar kir ku li kampa koçberan a li gundê El-Berdexlî البردغلي ya li bakurê Idlibê, di encama teqîna mayîneke de, zarokekî jiyana xwe ji dest da.