Girtiyên jin ên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan di greva birçîbûnê de ne, banga geşkirina piştevaniyê kir.
Girtiyên jin ên ku pêşengî li gireva birçîbûnê ya bêdem û dorveger dikin, bi rêya telefonê peyam da.
Tê de bang li gelê Kurd û dostên wan hat kirin ku ji bo şikandina tecrîdê, berxwedanê geş bikin.
Girtiyan got:
“Li dijî tecrîda li Îmraliyê divê her kes û bi taybet ciwan û jin rabin ser pêyan, ji ber ku Rêber Apo, rêberê hemû gelan e.”
Gireva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK’ê li girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, 27’ê Mijdarê hatiye destpêkirin û di roja 8 de didome.