“Divê yekîtiya Kurdî yek ji armancên çapemeniya Kurdî be”

Yekitiya Ragihandina Azad bi daxuyaniyekê da zanîn ku divê yekitiya neteweyî yek ji armancên stratejîk ên çapemeniya Kurdî be. Her wiha ji bo pêkanîna xeyalên gelê Kurd li Sûriyê bi erka xwe rabe. Yekitiyê ji hemû dezgehên ragihandinê xwest ku têgehên aciziyê ava dikin û nakokiyan kûrtir dikin, bikar-neênin.

Yekitiya Ragihandin Azad di çarçoveya yekkirina refa Kurdî de û rola dezgehên çapemeniyê di biserxistina nîqaşan de daxuyaniyek da.

Daxuyanî li parka Xwendinê ya li bajarê Qamişlo bi amadebûna gelek dezgehên çapemeniyê hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku dijmin dixwaze goftûgoyên ji bo yekkirina refa kurdî vala derxin.

Lê ji bo ku dijmin neghêje armanca xwe pêwîste hemû dezgehên ragihandinê û rojnamevan mijarê bişopînin û binirxînin.

Yekitiya Ragihandinê daxwaz pêkanîna van xalan ji saziyên ragihandinê û rojnamevanên li Rojava, Rojhilat, Bakur û Başûrê Kurdistanê kir.

Divê gotinên, kîn û nefretê kûr dikin neyên bikaranîn û rojnamevan hevebşiyeke bikaranîna têgînan pêş bixin.

Çavkaniyên jê nebawer û agahiyên ku bandoreke neynî li goftûgoyên yektiyê dikin, divê neyên belavkirin.

Pêwîste ragihandin li mijara yekitiya kurdî weke dozeke stratejîk binêre ku di bingeha xwe de ne taktîkeke demkî ye.

Her wiha karibe civaka kurd ya ku ji ber polîtîkayên teng yên partiyên siyasî ji hev dûrketî, nêzî hev bike.

Yekitiya Ragihandin Azad anî ziman ku ew piştgiriya goftûgoyan dikin û hêvî kir ku bighêje encamekê baş.

Back to top button