Artêşa Amerîka: Rûsya û hikumeta Şamê hewil didin fitenê têxin navbera QSD û pêkhayên Ereban de

Berdevkê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê got: Rûsya û hikumeta Şamê hewl didin bi rêya fîtneyan pêkhateyên Ereb ji QSD’ê bi dûr bixin. Her wiha fermandariyê îşarte bi wê yekê jî kir ku bi êrîşên dagirkeriya dewleta tirkiyê li ser herêmê re, şerê QSD’ê yê li dijî DAIŞ’ê lewaz bû.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) têkildarî rewşa li Sûrî raporek weşand.

Fermandariyê diyar kir ku aliyên hikumeta Şamê yên aktîf in, zextê li niştecihên sivîl yên li bakurê çemê Fratê dikin ku xwe ji nûve bi rêxistin bikin û destekdayîna ji QSD`ê re red bikin.

Berdevkê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê, efserê di artêşa Amerîkayê de John Rigsby jî beriya demekê li ser heman rewşê ji malpera Monotor a Amerîkayê nivîsk nivîsîbû.

Di nivîsê de behsa îşaret bi êrîşên dagirkeriya dewleta tirk ya li ser bakurê Sûrî tê kirin û tê gotin, vê yekê bandoreke zêde li ser şerê QSD’ê yê li dijî DAIŞ’ê kir.

Gerînendeyê bernameyê ewlehiyê li Rojhilata Navîn a peymangeha lêkolînên şer Nicholas Heras jî got:

“Hewldanên rejîma El-Esed, Rûsya û Îran hene ku zextê li hinek qebîleyên Ereb ên li Dêra Zorê bikin.”

Heras diyar kir ku kilîta vê xebatê Meclisên Şêxên alîgirê rejîma li Şamê ye.

Heras ji Monotor re wiha dewam kir:

“Bi taybet rejîmê hewl da bi şaxên ji qebîleya El-Begara ya li ser qiraxên çemê Firatê re bixebite.

Endamên El-Begara jî beşek girîng ji Meclisa Leşkerî ya QSD`ê li Dêra Zorê ne.”

Li gorî raporê, Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê diyar kir ku piraniya ereban destekê didin QSD`ê û makanîzmeya wê yên sivîl ên li herêmê jî.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê destnîşan kir ku QSD`ê û MSD`ê gavên mezin avêtin da ku rêveberên sivîl û fermandarên leşkerî yên Ereb, Suryan û Xiristiyan bixin cihê rêveberinê.

Back to top button