Çalakiya Greva birçîbûnê di roja 89’an de ye

Çalakiyên gel yên ji bo rakirina tecrîd û azadiya Rêber Apo tirseke mezin xistiya dilê desthilata Tirkiyê, ji lewma bi her awayî dixwaze dawî li çalakiyan bîne û gel ji dozan wan vegerîne. Lê çoş û biryardariya dayikan ya di nobeta edaletê de tê xuyakirin birsiva herî xurt dide desthilatê ku nikare roja wan tarî bike.

Li dijî tecrîda girankirî têkoşîneke giran, bi wate û dîrokî tê meşandin.

Li Bakurê kurdistan û Tirkiyê hem li girtîgeh hem jî derveyî wê berxwedana ji bo azadiya Rêber Apo didome.

Çalakiya greva birçîbûnê di roja xwe ya 89’an de ye…ya ku girtiyan di roja xwe ya 89’an de ye.

Desthilata Tirkiyê jî ji bo ku dawî li vê berxwedanê bîne di nava hewldanan de ye.

Hem bi zextê, hem cezayê dispilîn hem jî bi sirgûnkirinê dixwaze girtî dev ji doza xwe berdin.

25 girtî ji girtîgeha sîlîvriyê hatin sirgûnkirin

25 girtiyên ku li girtîgeha Sîlîvriyê di greva biçîbûnê de bûn ji ber çalakiya xwe sirgunî girtîgehên cuda hatin kirin.

Nobeta Edaletê bi biryardariya dayikan mezintir dibe

Li aliyekî din bi pêşengiya dayikan xizmên girtiyan nobeta xwe ya ji bo edaletê didomînin.

Nobeta Edaletê ya li bajarê Êlihê 22 roj li dû xwe hişt.

Nûnerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) rêvebirin Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Êlihê serdana çalakiyê kirin.

Di çalakiyê de girîngiya têkoşîna li dijî tecrîdê hat bibîrxistinn û bang li her kesî hat kirin ku tevlî pêvajoya aştiyê bibin.

Yek ji bajarên din ku nobet lê bi biryardariyeke xurt didome bajarê Wanê ye.

Di çalakiya duh de rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Westan û şêniyên bajar serdana çalakiyê kirin.

Çalakvanên nobedê banga rakirina tecrîda li hemberî Rêber Abdullah Ocalan kirin.

Çalakiya li Amedê jî di roja 78’an dewam kir.

Di çalakiyê de duruşmên”Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” hat berzkirin.

Li Îzmîrê di çalakiyê de banga piştevaniyê hat kirin û hate gotin, divê êdî azadiya rêber Abdullah Ocalan pêk bê.

Nobeta Edaletê ya li Mêrsîn jî bi birardarî di roja 80’î de dewam kir.

Di çalakiyê de hat gotin, em ê heta dawiyê têbikoşin.

Çalakiya li bajarê Stenbolê bi serdanan dewam kir.

Di nobedê de çalakvanan da zanîn ku dê ji bo azadiya Rêber Apo çalakiyên xwe berdewam bikin.

Her wiha li bajarê Mêrdînê jî nobet bi serdanan dewam kir.

Delegasyona Navneteweyî serdana çalakvanên Nobeta Edaletê kir

Back to top button