Hêzên hikûmeta Şamê gundewarê Idlibê topbaran kir

Agirbest Putin-Erdogan a li Idlibê, rojane tê binpêkirin. Hêzên Hikûmeta Şamê careke din gundewar başûrê Idlibê topbaran kir.

Agirbesta Putin-Erdogan a li Idlibê di roja xwe ya 72’an de ye, lê rojane ji aliyê hêzên Şamê û çeteyên dewleta tirk ve tê binpêkirin.

Li gorî çavdêriya sûrî ya mafê mirovan, hêzên hikumeta Şamê îro di setên serê sibehê de, deverên başûrê Idlibê û Afs a li rojhilatê Idlibê, topbaran kir.

Duh jî hêzên hikûmeta Şamê eniya El-Bara ya li başûrê Idlibê topbaran kiribû û di encamê de 2 çeteyên hatibûn kuştin û 7 jî birîndar bibûn.

Komên çete yên dewleta tirk a dagirker jî bi tûndî bersiv didin êrşên Hêzên hikûmeta Şamê.

Back to top button