Li Başûrê Kurdistanê metirsiya belavbûna vîrûsê careke din dest pê kir

Vîrûsa corona ku demekê li Başûrê Kurdistanê hatibû kontrolkirin, careke din belav dibe. Li Silêmaniyê ku herî dawî rewşên nû hatinbûn tomarkirin, 400 kes xistine bin çavdêriyê. Li Tirkiye, Bakûr û Îranê jî jimara pêketiyên vîrûsê zêde dibe.

Metirsiya belavbûna vîrûsa corona careke din li Başûrê Kurdistanê destpê kir.

Waliyê Silêmaniyê Dr. Heval Ebubekir bi daxuyaniyek çapemeniyê behsa metirsiya coronayê û qedexeyên di cejna remezanê de kir.

Waliyê Silêmaniyê diyar kir ku di rojên cejnê de, taziye û çûyîna ser goristanan û hatin geştyaran qedexe ye û ev agahî dan:

Niha li Silêmaniyê 400 kes di bin çavdêriyê de ne.

Wê deriyên sînor û balafirxaneyên navnetewî jî neyên vekirin.”

Li Iraqê kesekî din jiyana xwe ji dest da

Li Iraqê jî hîna vîrûs nehatiye kontrolkirin û bi taybet li Bexdayê metirsiya belavbûnû zêde ye.

Li gorî daxuyaniya Nexweşxaneya Şehîd Sadir a li Bexdayê, îro kesekî jiyana xwe ji dest daye.

Kesê jiyana xwe ji destyî 65 salî bû.

Li gorî daxuyaniya Tenduristiya Iraqê, heta niha li Iraqê 3 hezar û 193 kes bi vîrûsa coronayê ketine û 118 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî rapora Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) di warê vîrûsa coronayê de rewşa Iraqê nebaşe û ji ber rakirina qedexeya hatinûçûnê metirsiya pêlek din a vîrûsê zêde ye.

Xemsariya Tirkiyê bîlançoyê vîrûsê bilind dike

Li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê jî xemsariya dewletê rê li ber belavbûna vîrûsê vedike.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirk diyar kir ku li welat 146 hezar û 457 kes bi vîrûsê ketine û 4 hezar û 55 kes jî mirine.

Lê tê diyarkirin ku dewleta Tirk hejmarên rast nade.

Li Wanê 413 kes bi vîrûsê ketin

Li Wanê jimara kesên bi vîrûsê dikevin zêde dibe.

Jimara kesên bi vîrûsê ketine, bû 413 kesan û li 12 jiyangehan jî 11 hezar kes dibin çavdêriyê de ne.

“Sabrî Kaya şerê jiyanê dide, divê bê berdan”

Girtiyên di zinadanên Tirkiyê de jî bi xeteriyê vîrûsê re hatine hiştin.

Ne rewşa wan tê başkirin û ne jî tên berdan. Bi taybet jî girtiyên nexweş.

Însyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, diyar kir ku rewşa girtiyê nexweş Sebrî Kaya giran e û got:

“Kaya niha şerê jiyanê dide û divê demildest bê berdan.

Divê ji bo xemsariyê, lêkolîn bên kirin û hemû berpiryar bên tespîtkirin.”

Li Îranê jî vîrûsê dawî li jiyana 35 kesên din anî

Li Îranê jî asta belavbûn vîrûsê zêde ye.

Tevî jimara miriyan heta astekê kêm bûye, lê hîna metirsî dewam e.

Li gorî daneyên fermî di nava 24 saetên dawî de li Îranê, hezar û 757 kes bi vîrûsê ketine û 35 kesên din jî mirine.

Bi vî awayî li Îranê, jimara kesên mirine bû 6 hezar û 937 kes.

Hejmara kesên li Îranê bi vîrûsê ketine jî bû 118 hezar û 392 kes.

Back to top button