HPG: Li qadên şer 8 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin

Li herêmên Zap û Xakûrkê, gerîlla li hêzên artêşa Tirk dan.
Di çalakiyan de 8 leşkerên Tirk hatin kuştin.
Li aliyê din, HPG’ê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de artêşa Tirk 7 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî qadên gerîlla bombardiman kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniya xwe a rojane, encama çalakiyên gerîlla li dijî artêşa Tirk eşkere kir.

Li gorî agahiyên ku HPG’ê parve kirine;

Li Herêma Zapê 13 Mijdarê li dijî dagirkerên li qada Şehîd Adil çalakiya sekvaniyê pêk hat.

Di encamê de leşkerek hat kuştin.

Heman rojê li qada Çemço jî dagirkerên ku xwestin nêzî çeperên devera Şehîd Serxwebûn bibin bûn armanca lêdana çekên giran.

Li vir jî 3 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

Li herêma Xakûrkê 10’ê Mijdar dagirkerên li qada Şêxzade bûn armanca çalakiya gerîlla.

Di encamê de 3 leşker hatin kuştin.

Têkildarî êrişên artêşa Tirk ên 24 saetên dawî jî HPG’ê ev agahî dan:

Roja 13 Mijdarê artêşa Tirk 3 caran bi bombeyên qedexekirî û 4 caran bi çekên kîmyewî qadên gerîlla bombardiman kir.

Back to top button