Biden û Xi Jinping cara yekem rû bi rû civiyan

Piştî hatina li ser deshilatê, cara yekem lîderê Amerîka û Çînê bi awayekî rû bi rû civiyan.
Di civînê de Biden û Xi Jinping peyamên danûstandinê dan.

Serokê Amerîkayê Joe Biden û hevkarê wî yê Çînê Xi Jinping li bajarê Balî yê Endonezyayê ku wê Lûtkeya G20 wê lê pêk were, civiyan.

Biden û Xi piştî hatina li ser deshilatên welat cara yekem bi awayekî rûbirû civiyan.

Di hevdîtinê de lîderan wêneyên dostane nîşanî çapemeniyê dan.

Biden bal kişand ser girîngiya nehiştina pevçûna di navbera Çîn û Amerîkayê de û got:

“Ez bi xwe biryardar im ku rêyên ragihandinê yên di navbera me de vekirî bihêlin.”

Biden diyar kir ku divê her du welat li ser mijarên gerdûnî yên wekî guherîna avhewayê bi hev re bixebitin û got,

“Cîhan li hêviya xebata hevpar a her du gelan e.”

Li aliyê din Serokê Çînê Xi Jinping bi gotina “Cihê min xweş e” dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku wan 5 sal berê li Davosê bi Biden re hevdîtin pêk anîn.

Serokê Çînê destnîşan kir ku tecrubeyên xwe bi dest xistine û wiha got:

Wek serokên her du welatên mezin, divê em rêyeke rast nîşan bidin, ber bi paşerojê ve, divê em rêyeke rast ji bo peywendiyên xwe yên dualî bibînin.

Back to top button