Li Qeladizê bi servavê hevdîtina çand û hûnerê çalakiyek hat lidarxistin

Doh li navçeya Qeladizê li ser mijara bombebaran, dîroka qurbaniyan û enfalkirina xelkê Qeladizê bi beşdariya rewşenbîr, çalakvan û xelkê deverê çalakiyeke hûnerî û çandî hate lidarxistin.

Di destpêka çalakiyê de belgefîlma “Kelha Qurbanî” hat pêşkêşkirin.

Nivîskar Mofaq Miraw Delî di derbarê çalakiyê de axifî û got:

“Li vê derê em behsa proseya sirgûnkirinê dikin ku xelkê devera Pişder bi darê zorê li ser 17 kampan hatin belavkirin.

Herwiha Qaymaqamê Navçeya Şêladizê di çalakiyê de axivî û got:

“Êdî pêwîst nake em berê bijîn.

Divê em îro bijîn û ezmûnê ji xwîna şehîdan werbigirin, bibînin ka îro çi heye û çi nîne, emê çawa destkeftiyên xwe biparêzin.

Kurte semînerek li ser dîroka qurbaniyên Qeladzeyê hat dayîn û organîzetorê çalakiyê Nalî Pêşderî axivî û got:

“Ji 24’ê Nîsana 1974’ê heta roja sirgûnkirina sala 1989’ê.

Lewra em sûdê ji demboriya xwe ya serbilind ya vê navçeyê werbigirin.

Di dawiyê de çalakî bi sê stranên Kurdî yên Koma Namire ya mûzîkê bidawî bû.

Back to top button