Pêşangeheke Wêneyan ji bo 68 wênekêşan her çar parçeyan hate vekirin

Li Silêmaniyê 3’yemîn Pêşangeha Wêneyan ji bo 68 wênekêşên her çar parçeyên Kurdistanê hate vekirin.

Pêşangeh duh li Muzexaneya Netewî ya Emnesoreke ya Silêmaniyê hat vekirin.

Ji 92 wêneyên 68 wênekêşan pêk tê.

Ji aliyê komîteyeke taybet ve ji nav 130 wênekêşan hatine hilbijartin.

Di wêneyan de jin, zarokên kolanan, çand, jîngeh û xwezaya Kurdistanê hene.

Ew projeyeke ku terzê jiyana Kurdî di warên cuda de belge dike.

Rêveberê pêşangehê Bextiyar Seîd derbarê vê yekê axivî.

Bextiyar Seîd diyar kir ku em plan dikin ku pêşangehê li bajarê Rojhilatê Kurdistanê Sineyê jî vekin.

Armanca me ewe ku sala bê pêşangehê bibin qada navnetewî û li derveyî welat pêşangeh bikin.

Pêşengeh wê heta 21’ê tebaxê bidome.

Back to top button