Siyasetmedarên ereb li ser wê tekez dikin ku kurd û erebên li vê herêmê bi yekîtî û hevgirtina xwe dikarin pêşî li pirsgirêk û êrişên heyî bigirin. Yek ji wan Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Misirê Ehmed Behaedîn Şaban e. Şaban tekez ku bi hevgirtina Kurd û Ereban wê rê li pêşiya komployan were girtin.
Siyasetmedar Ehmed Şaban ji ajansa nûçeyan a Hawarê re der barê rewşa ku Bakur û Rojhiatê Sûriyê tê re derbas dibe nirxandin kir.
Ehmed Şaban dibêje “Herêm bi pirsgirêk û metirsiyên cidî re rû bi rû ye. Li hember gefên bi navê projeya ‘Osmanî ya nû’ ya Erdogan, yekitiya Kurd û Ereban wê dîroka hevbeş, mîrasa çandî û çavkaniyên şaristanî yên hevbeş biparêze.”
Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Misirê Ehmed Şaban dawiyê piştrast kir ku çarenivîsa Ereb û Kurdên li herêmê yek e û pêwîstiya wan bi yekitiyê heye da li hember dijmin bisekinin.