Li Hesekê merasîma 4 şehîdan hate lidarxistin

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Hesekê ji 4 şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Parastina Gel (HPG) yên ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne, merasimek li dar xist.

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Hesekê ji 4 şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Parastina Gel (HPG) yên ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne, merasimek li dar xist.

Navên her çar şervanan wiha ne; Nesrîn Xelîl (Şîlan Şoreş Şahoz) şervana HPG`ê, Ebdulqadir El-Egle (Basil Hesekê), Ehmed Hemûd (Hecî Serêkaniyê) û Abdullah Hisên (Dilgeş Kobanê) şervanên QSD`ê.

Bi tevlîbûna bi dehan şêniyên bajarê Hesekê û gundewarên wê û nûnerên saziyên sivîl û leşkerî, merasîm li Goristana Şehîdan a li gundê Dawûdiye hat lidarxistin.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî, li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisa Leşkerî ya Hesekê axeftina hate kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza şopandina riya wan dan.

Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de şêniyan sloganên dilsoziya bi şehîdan re berz kirin.

Back to top button