Li gel tirsa Corona, li Îsraîlê gel ber xwe dan sindoqan

Li gel tirsa corona, îro gelê Îsraîlî ji bo avakirina hikumeteke nû berê xwe dan sindoqên hilbijartinan.

Di nava salekê de, ev 3 car in hilbijartinên giştî tên çêkirin.

Li bermaberî hevbendiya Kaḥol Lavan û serok-erkanê artêşê yê berê, serokê partiya Likud a rastgir Benjamin Netanyahu dixwaze dema wîlayeta xwe weke serokwezîr hîna dirêjtir bike.

Weke tê zanîn, Netanyahu piştî 2 hefteyan, wê bi tawana gendeliyê li pêşberî dadgehê raweste.

Li gorî rapirsiyên ku berî çend hefteyan li Îsraîlê çêbûbûn, tê gotin wê rikberiyeke dijwar di navbera partiya Netanyahu û Kaḥol Lavan de çêbibe, lê dîsa jî wê herdu nikaribin hikumeteke nû ava bikin.

Li gorî Komîteya Hilbijartinên Navendî ya Îsraîlê, 30 lîste û partî cihê xwe di van hilbijartinan de digirin û 6 milyon û 453 hezar û 255 kes dikarin dengê xwe bidin.

Ev hilbijartin di wextekî de tên ku corona bilez li welatên Rojhilata Navîn belav dibe, ku egerî heye tevger kêm be û rê li ber hilbijartinên cara 4an were vekirin.

Back to top button