Japonya ava Santrala Nukleerî ya Fukuşîmayê dirijîne deryayê

Oqyanûsa Pasîfîkê bi metirsiyên nû yên Japonyayê re rûbirû maye.
Japonya biryar da ku ava qirêj a ji Santrala Nukleerî ya Fukuşîmayê birijîne nava oqyanûsê.
Li hember vê yekê Çînê bertek nîşan da û kiryar weke pirsgirêkek ewlekariya nukleerî ya sereke binav kir.

Japonya berê ava qirêj a ji Santrala Nukleerî ya Fukuşîmayê da Oqyanûsa Pasîfîk ê.

Di ava qirêj a ku dikeve nava oqyanûsê de madeyên radyoaktîf hene.

Operatorên santralê ragihandin ku li gorî saeta herêmî saet 13:00’an pêvajoya rijandina avê dest pê kiriye.

Tepco ku operatora wê tesîsê ye, dîmenên destpêka avêtina ava radyoaktîf a li oqyanûsê belav kir.

Çînê bertek nîşan da

Wezareta Karê Derve ya Çînê bertek nîşanî rêveberiya Tokyoyê da û ew sûcdar kir.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku Japonya ji bo berjewendiyên xwe ziyanê dide jiyana zindiyan.

Çîn: Ev pirsgirêkek ewlekariya nukleerî ye

Çînê ev kiryar weke pirsgirêkek ewlekariya nukleerî ya sereke binav kir û got;

“Kiryarên Japonyayê cîhanê dixe nava metirsiyan û ziyan dighîne paşeroja nifşên nû.”

Pekînê diyar kir ku Japonya bi vê kiryarê, xwe aniye hember dadgeha navneteweyî.

Piştî vê kiryarê Çînê tevahî deranîna xwarinê yên ji aliyê Japonyayê ve tên, rawestand.

Rayedarên Çînê diyar kirin ev biryar rawestandina deranînê ji bo tenduristiya mirovan hatiye girtin.

Rayedarên Japonyayê dibêjin dezgeh ji bo paqijkirina avê ji bêtirî 60 madeyên radyoaktîf, parzûnkirinê bikar tîne.

Rêxistinên hawirdorê kiryarên Japonyayê metirsîdar dibînin

Lê tevî vê yekê jî hin pispor dibêjin ne-gengaz e ku bi tevahî radyasyonê ji avê were rakirin.

Rêxistinên hawirdorê jî diyar dikin ku pêvajoya parzûnkirinê ne-bese û dibe ku di salên pêş de maddeya radyoaktîf li deryayê werin belav kirin.

Hin welatên cîran bi tundî li dijî plana Japonyayê derdikevin.

Çîn Japonya sûcdar kir ku deryayê wekî kanalîzasyonê bikar tîne.

Lê hikumeta Japonyayê dibêje ava ku diherike Oqyanûsa Pasîfîk standardên ewlehiyê pêk tîne.

Back to top button