Şîrovekarên siyasî yên Ereb diyarkirin ku , projeya neteweya demokratîk a Rêber Apo ji aloziyên li Rojhilata Navîn re çareserî ye.
Mamosteya zanistên siyasî ya Zanîngeha Qahîreyê Dr. Ferînaz Etiyê diyar kir ku Rojhilata Navîn pirsgirêka pergal û rêvebirinê heye û got:
“Aloziyên aborî, siyasî û ewlehiyê yên li Rojhilata Navîn encamên şêwazê rêvebirina van welatan e.
Dewletên derve ji bo berdewendiyên xwe aloziya welatên weke Sûrî, Irak Lubnan kartînin.
Tîrkiye û Îran bi awayekî eşkere vê aloziyê kartînin.”
Têkildarî rêbazên çareserkirina van aloziyan, endama Komîteya Jin, Ewlehî û Aştiyê ya Yekitiya Afrîkayê Selwa Qîqe Bin Afiye jî bakişand li ser Fikrê Rêber Apo.
Selwa Qîqe Bin Afiye diyar kir ku projeya neteweya demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye ji aloziyên li Rojhilata Navîn re çareserî ye û got:
“Ev proje rê li ber parçebûnê digire, cudabûn û pirrengiyê diparêze, banga wekheviya di navbera gelan û ferdan de dike.
Li gorî vê projeyê divê gel bi xwe çarenûsa xwe diyar bike.
Ev proje mumkune li ser erdê pêk bê û jê re dem û stratejiyek mezin lazim e”