Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê hat destpêkirin

​​​​​​​QSD’ê û Hêzên Asayîşê bi biryar in hemû şaneyên DAIŞ’ê yên li herêmê, plan û hewldanên wan têk bibin.
Piştî girtina 3 çeteyên DAIŞ’ê, li dijî van şaneyan “Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê” hat destpêkirin.
QSD’ê bi daxuyaniyekê ev pêngav ragihand û tekez kir ew ê li hember hemû planan li dijî gelê herêmê bisekinin.

Gav bi gav QSD’ê û Hêzên Asayîşê tevgera şaneyên DAIŞ’ê dişopînin û planên wan yek bi yek têk dibin.

Herî dawî li dijî van şaneyan ‘Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê’ hat ragihandin.

Der barê pêngavê de QSD’ê daxuyaniyek da û tê de ev agahî dan:

“26`ê Çileyê çeteyên DAIŞ`ê hewl dan sûdê ji rewşa heyî û gefên dawîn ên dewleta Tirk li ser herêmê wergirin û êrişî bajarê Reqayê kirin.

Di êrişê 6 şervanên gelê me ji bo parastina şêniyên Reqayê û milkên wan, canê xwe feda kirin û şehîd bûn.

Ji bo tolhildana şehîdên me, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriya Demokratîk, ‘Odeya Operasyonên Hevbeş a Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê’ radigihîne.

Wê Koalîsyona Navneteweyî desteka hewayî bide, bi awayekî sereke şopandin û girtina endamên şaneyên terorîst, hedef bigire.

QSD’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ev pêngav û operasyonên berfereh îro hatine destpêkirin û ev got:

Operasyonên berfireh saet di 12:00`an de dest pê kirin.

Bi ser bi dehan notqe û cihên veşartî yên li Reqa, gundewarên wê, Tebqa û gundewarên wê, Sirîn û Kerame û gundewarên wan de hat girtin.

Operasyon li gorî plana jê re hatî danîn û dema hatî diyarkirin hat pêkanîn û bi encam bû.

Wê encamên wê piştre bi daxuyaniyekê werin biparvekirin.

Dawiya daxuiyaniyê QSD’ê tekez kir hêzên hevbeş carek din wê li hember hemû metirsiyên li ser jiyana gel û saziyên herêmê, bisekinin.

Herî dawî QSD’ê ragihandibû wan 21’ê mehê 3 çeteyên DAIŞ’ê li Rojhilatê Dêra Zorê girtine.

Back to top button