Sûc û kirinên çeteyên dewleta Tirk li Efrînê bê navber dewam dikin.
MÎT’a Tirk 2 kes li navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî revandin.
Li gorî ajasa ANHA’yê îstîxbarata dewleta Tirk 2 welatî ji navçeya Cindirêsê revandin ..
Ev welatî Mihemed Reşîd Hiso (32) û Ferman Eloş Sedo (28) ..
Çavkaniyan da zanîn MÎT′ê welatî ber bi cihekî nediyar ve birine û aqûbeta wan ne diyar e.
Bêexlaqiya dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê her roj bi rêbazekî cuda eşkere dibe.
Ji Revandin ,Dizî ,Talankirinê hemû sûcan pêk tîne..



